Meta teknolojî û xizmetên wisa ava dike ku rê didin mirovan da ku ew bikarin bi hev re têkevin pêwendiyê, civakan saz bikin û karsazîyan mezin bikin. Ev Mercên Xizmetê ("Merc") li ser gihîştin û bikaranîna te ya Facebook, Messenger û berhem, malper, taybetmendî, aplîkasyon, xizmet, teknolojî û nermalavên din yên ku em pêşkêş dikin (Berhemên Metayê an jî Berhem) têne sepandin ji bilî ku em bi aşkereyî îfade bikin ku mercên cuda (û ne ev) têne sepandin. (Bo mînak, bikaranîna te ya Instagramê bi Mercên Bikaranînê yên Instagramê ve girêdayî ye). Ev Berhem ji alîyê Meta Platforms, Inc ve ji te re têne pêşkêşkirin. Ji ber vê yekê ev Merc di navbera te û Meta Platforms, Inc. de peymanekê pêk tînin. Heke tu van Mercan qebûl nekî, hingê Facebookê an jî berhem û xizmetên din ên ku li gorî van Mercan têne birêvebirin bikar neyne û xwe negihîne wan.
Ev Merc (yên ku berê wekî Beyannameya Mafan û Berpirsyarîyan dihatine zanîn) derbarê bikaranîna te ya Berhemên me temamî peymana di navbera te û Meta Platforms, Inc. pêk tînin. Ew şûna peymanên berê digire.
Heta ku em berevajîyê wê îfade nekin, em ji bo bikaranîna te ya Facebook an jî berhem û xizmetên din yên li jêr van Mercan ti pere ji te wernagirin. Li şûna wê, karsazî, rêxistin û kesên din perey didin me da ku ji bo berhem û xizmetên wan reklaman nîşanî te bidin. Bi rêya bikaranîna Berhemên me, tu qebûl dikî ku em dê reklamên ku li gor me têkildarî te û eleqedarîyên te ne nîşanî te bidin. Em agahîyên te bi kar tînin da destnîşan bikin ka kîjan reklaman nîşanî te bidin.
Em daneyên te yên şexsî nafiroşin reklamkeran û em wan agahîyên ku rasterast te didin nasîn (wekî navê te, navnîşana enameyê an jî agahiyên din ên têkiliyê) bi reklamkeran re parve nakin heta ku tu destûra teybet nedî me. Li şûna wê, reklamker dikarin ji me re behsa tiştên wekî cureyê girseya ku ew dixwazin reklamên wan bibînin bikin, û em wan reklaman nîşanî wan kesên didin yên dibe ku eleqedar bin. Em derbarê performansa reklamên wan de raporan didin reklamkeran da ku ji wan re bibin alîkar ji bo fehmkirina wê yekê ka mirov bi naverokên wan re çawa mijûldar dibin. Li Beşa 2yem binêre da ku derbarê wê yekê de zêdetir bizanî ka reklamkirina şexsîkirî ya li jêr van mercan li ser Berhemên Metayê çawa dixebitin.
Polîtîkayên me yên Mehremîyetê rave dikin ka em daneyên te yên şexsî çawa berhev dikin û bi kar tînin da ku hinek reklamên ku tu dibînî tesbît bikin û hemû xizmetên ku li jêr hatine pênasekirin pêşkêşî te bikin. Herwisa tu dikarî her dem biçî ser rûpelên eyarên Berhemên Metayê yên têkildar da ku tercîhên xwe yên mahremîyetê yên derbarê rêbaza me ya bikaranîna daneyên te binirxînî.
Mîsyona me ew e ku wê hêzê bidin mirovan ku civakan saz bikin û cîhanê bînin nêziktirî hev. Ji bo pêşvebirina vê mîsyonê, em wan Berhem û xizmetên ku li jêr hatine nasandin pêşkêşî te dikin:
1.1 Ji bo te tecrûbeyeke şexsî dabîn bikin:
Tecrûbeya te ya li Facebookê neşibe ya kesekî din: ji şandî, çîrok, çalakî, reklam û naverokên din ên ku tu li ser Risteya Facebookê an jî platforma me ya vîdyoyan dibînî bigire heta Rûpelên Facebookê û taybetmendîyên din yên dibe ku tu bi kar tînî, wekî Facebook Marketplace, û lêgerîn. Bo mînak, em daneyên derbarê têkildarîyên ku tu dikî, tercîh û eyarên ku tu jê digirî û tiştê ku tu li ser an jî derveyî Berhemên me dikî an jî parve dikî, bi kar tînin - da ku tecrûbeya te şexsî bikin.
1.2 Te bi mirov û rêxistinên ku qedir didîyî girê bidin:
Em ji te re dibin alîkar ku li ser Berhemên Metayê yên ku tu bi kar tînî mirov, kom, karsazî, rêxistin û yên din ku bo te giring in peyda bikî û ligel wan têkilîyê danî. Em daneyan bi kar tînin da ku ji bo te û kesên din pêşniyazan bikin - bo mînak, ji bo beşdarîyê koman, ji bo tevlîbûna çalakîyên, ji bo şopandin an jî şandina peyaman Rûpelên Facebookê, ji bo temaşekirinê rêzebernameyan û kesên ku dibe ku tu bixwazî pêre bibî heval. Girêdanên bihêztir civakên baştir saz dikin û em wisa bawer dikin ku xizmetên me zêdetir sûdewer in gava ku mirov bi kes, kom û rêxistinên ku ji wan giring in têkilîyê datînin.
1.3 Em te bi hêz dikin da ku xwe îfade bikî û derbarê tiştên ji te giring in ragihandinê bikî:
Li ser Facebookê gelek rê hene ji bo xweîfadekirinê da ku ragihandê bikî ligel heval, malbat û kesên din ên ku bo te giring in - bo mînak parvekirina venûkirinên reşwê, wêneyan, vîdyoyan û çîrokan li seranserî Berhemên Metayê (hevgir bi eyarên te), şandina peyaman an jî telefonkirinên dengî an jî vidyoyî bo hevalekî an jî gelek kesan, sazkirina çalakî an jî koman an jî lêzêdekirina naverokê li ser profîla xwe û di heman demê de nîşandana îstatîstîkan li ser wê yekê ka kesên din bi naveroka te re mijûldar dibin. Herwisa me ji bo mirovan rêyên nû ava kirine û em li ser keşfkirina wan berdewam dikin da ku teknolojîyê bi kar bînin, wekî rasteqînîya zêdekirî û vîdyoya 360 da ku li ser Berhemên Metayê naverokên zêdetir îfadeker û mîjûldar saz bikin û parve bikin.
1.4 Ji te re dibin alîkar ku wan naverok, berhem û xizmetan keşf bikî ku tu pê re eleqedar î:
Em reklam, teklîfên şexsîkirî û naverokên din ên sponsorkirî û ticarî nîşanî te didin da ku naverok, berhem û xizmetan keşf bikî ku ji alîyê gelek karsazî û rêxistinan ku Facebook û Berhemên Metayê bi kar tînin têne pêşkêşkirin. Beşa 2'yem a jêr van bi hûrgilîtir rave dike.
1.5 Selametî, ewlehî û hevgirîya xizmetên me pêşve dibin, li hemberî pêkanînên zirarkar dixebitin û civaka bikarhêneran ewle dikin:
Tenê heke mirov xwe selamet û ewle hîs bikin ew dê li ser Berhemên Metayê civakan ava bikin. Em ji bo parastina ewlehîyê (guncanbûn, resenî, hevgirî û pêbawerîya wan jî tê de) ya Berhem û xizmetên xwe pir dixebitin. Em li seranserî cîhanê tîmên dilsoz bi kar tînin, bi dabînkerên xizmetê yên derve, hevkar û sazîyên din yên têkildar dixebitin û pergalên teknîk yên pêşketî ava dikin da ku xerabbikaranînên muhtemel ên Berhemên xwe, pêkanînên zirarkar ên li hemberî kesên din tesbît bikin û alîkarîye bidin rewşên ku em dikarin piştgirîyê bidin civaka xwe an jî wê biparêzin, bersivandina gilîyên bikarhêneran yên li ser naveroka muhtemelen binpêker jî tê de. Heke haya me ji naverok an jî pêkanînên wisa hebe, em dê li ser nirxandina xwe kiryara guncan bikin ku tê de - agahdarkirina te, pêşkêşîya alîkarîyê, rakirina naverokê, rakirin an jî sînordarkirina gihîna hinek taybetmendîyan, astengkirina hesabekê an jî serlêdana sepandina qanûnê hene. Gava me xerabbikaranîn an jî pêkanîna zirarkar ya kesekî ku Berhemên me bi kar tîne tesbît kir an jî ji bo alîkarîya ewlehiştina Berhemên Metayê, bikarhêner û civakê, em li seranserê Şîrketên Metayê agahîyan parve dikin. Bo mînak, em bi Şîrketên Metayê re agahîyên ku berhem û xizmetên aborî dabîn dikin parve dikin ku ji wan re dibe alîkar ji bo danasîna selametî, ewlehî û hevgirîyê û girêdayîna bi qanûna sepanbar. Meta dikare xwe bigehîne hemû agahîyên ku ew derbarê te de berhev dike, wan bi kar bîne û parve bike ku li gor bawerîyê wê ya nîyetbaş ew yek pêwîst e û destûra wê ya qanûnî heye. Ji bo zêdetir agahiyan, ji kerema xwe li Polîtîkayên me yên Mehremiyetê binêre.
Hin caran, Desteya Bilind a Nirxandinê dikare biryarên me li gorî merc û qanûnên xwe binirxîne. Li vir zêdetir bizane.
1.6 Teknolojîyên pêşketî bi kar tînin û wan pêşve dibin da ku xizmetên ewle û kêrhatî pêşkeşî her kesî bikin:
Em teknolojîyên pêşketî bi kar tînin û wan saz dikin, wekî hişê çêkirî, pergalên hînbûna makîneyê û rasteqînîya zêdekirî da ku mirov bikarin bêyî şiyana fizîkî û şûngeha cografîk Berhemên me bi ewlehî bi kar bînin. Bo mînak, teknolojîyên wekî van ji mirovên xwedî kêmasîyên dîtinê bibin alîkar ku fehm bikin ka çi û kî heye di wêne yan jî vîdyoyên ku li ser Facebookê an jî Instagramê têne parvekirin. Me toreke pêşketî û teknolojîya ragihandinê ava kirîye da ji zêdetir kesan re bibe alîkar ku li herêmên xwedî gihîna bisînor têkevin înternetê. Û em pergalên otomatîk ava dikin da ku şiyana xwe ya tesbîtkirin û rakirina îstîsmar û çalakîyên bi xetere pêşve bibin ku dibe ku zirarê bidin civaka me û hevgirîya Berhemên me.
1.7 Rêyan vedikolin da ku xizmetên me baştir bikin:
Em bi vekolînê têkildar dibin da ku Berhemên xwe ava bikin, wan biceribînin û peşve bibin. Di vê yekê de analîzkirin daneyên di destên me de yên derbarê bikarhêneran û têgihiştina wê yekê ka mirov Berhemên me çawa bi kar tînin jî hene, bo mînak bi sepandina rapirsîn û testan û çareserkirina pirsgirêkên taybetmendîyên nû. Polîtîkaya Mehremiyetê rave dikin ka em daneyan çawa bi kar tînin da ku ji bo armancên avakirin û pêşvebirina xizmetên xwe piştgirîyê bidin van vekolînan.
1.8 Tecrûbeyên hevgir û bêpirsgirêk pêşkêş dikin li seranserî Berhemên Şîrketa Metayê:
Berhemên me ji te re dibin alîkar ku mirov, kom, karsazî, rêxistin û yên din ku bo te giring in peyda bikî û ligel wan têkilîyê danî. Em pergalên xwe disêwirînin da ku tecrûbeyên te li seranserî Berhemên Şîrketa Metayê yên cuda ku tu bi kar tînî hevgir û bêpirsgirêk bin. Bo mînak, em daneyên derbarê kesên ku tu li ser Facebookê pê re mijûldar dibî bi kar tînin da ku li ser Instagram û Facebookê têkildarîya te ya ligel wan hêsantir bikin û em rê didin te ku bi rêya Facebook û Messengerê ligel karsazîyên ku tu dişopînî ragihandinê bikî.
1.9 Garantîkirina gihîna xizmetên me:
Ji bo birêvebirina xizmetên me yên gerdûnî û ji bo ku rê bidin te ku ligel mirovên seranserî cîhanê têkilîyê danî, divê em naverok û daneyan bo navêndên xwe, hevkarên xwe, dabînkerên xizmetê, taşeronan û pergalên li seranserî cîhanê veguhêzin, depo bikin an jî belav bikin, yên li derveyî welatê te yê îqametê jî tê de. Bikaranîna vê binesazîya gerdunî pêwîst e û bingehîn e ji bo dabînkirina xizmetên me. Dibe ku ev binesazî aîdî Meta Platforms, Inc., Meta Platforms Ireland Limited an jî şîrketên girêdayî wê be, ji aliyê wê be birêvebirin an jî kontrolkirin.
2. Xizmetên me çawa tên fînansekirin?
Li şûna ku tu Facebook û berhem û xizmetên din ên ku em pêşkêş dikin bi peretî bi kar bînî, bi rêya bikaranîna Berhemên Metayê yên ku dikevin jêr van Mercan, tu qebûl dikî ku em dikarin reklam û naverokên şexsîkirî yên ticarî û sponsorkirî ku karsazî û rêxistin ji bo danasîna wan pere didin me li ser Berhemên Şîrketa Metayê an jî derveyî wan nîşanî te bidin. Em daneyên şexsî yên wekî agahîyên derbarê çalakî û eleqedarîyên te bi kar tînin da ku reklam û naverokên şexsîkirî yên ticarî û sponsorkirî yên dibe ku zêdetir têkildarî te bin nîşanî te bidin.
Parastina mehremîyeta mirovan di navenda rebaza me ya sêwirandina pergalên reklamên şexsîkirî de ye. Ev tê wê wateyê ku em dikarin reklamên têkildar û bikêrhatî nîşanî te bidin bêyî ku ji reklamkeran bibêjin ka tu kî yî. Em daneyên te yên şexsî nafiroşin. Em destûrê didin reklamkeran ku ji me re behsa armancên xwe yên karsazî bikin û girseya ku ew dixwazin reklamên wan bibînin destnîşan bikin (bo mînak, mirovên di navbera temenê 18-35 salî de yên ku ji bisîklêtsiwarîyê hez dikin). Paşê em reklamên wan nîşanî wan kesan dikin ku li gor me dê eleqedar bin.
Herwisa em derbarê performansên reklamên wan de raporan didin reklamkeran da ku ji wan re bibe alîkar ji bo têgihiştina wê yekê ka mirov li ser an jî derveyî Berhemên Metayê bi naverokên wan re çawa mijûldar dibin. Bo mînak, em agahîyên giştî yên demografîk û eleqedarîyê didin reklamkeran da ku ji wan re bibe alîkar ji bo têgihiştana girseyên wan, wekî wê yekê ku jinên di navbera temenên 25 û 34 yên ku li Madrîdê dijîn û ji endezyarîya nermalavan hez dikin reklamê wan dîtine. Heta ku tu destûra taybet nedî me, em wan agahîyan parve nakin yên ku rasterast te didin nasîn (agahîyên wekî navê te an jî navnîşana enameyê te ya ku dikare ji bo têkîlîdanîna li gel te bê bikaranîn an jî teşxîs bike ka tu kî yî). Ji vir zêdetir bizane ka reklamên Metayê çawa dixebitin.
Em daneyên şexsî berhev dikin û bi kar tînin da ku xizmetên li jor hatine danasîn pêşkêşî te bikin. Tu dikarî ji ser Polîtîkaya me ya Mehremîyetê zêdetir bizanî ka em daneyên te çawa berhev dikin û bi kar tînin. Te kontrol heye li ser cureyên reklam û reklamkerên ku tu dibînî û herwisa li ser cureyên agahîyên ku em bi kar tînin ji bo biryara wê yekê ka kîjan reklaman nîşanî te bidin. Zêdetir bizane.
3. Tahûdên te yên li hemberî Facebook û civaka me
Em van xizmetan bo te û kesên din dabîn dikin da bibin alîkar ku em mîsyona xwe pêşve bibin. Di berdêla wê de, em ji te dixwazin ku van tahûdan bidî:
3.1 Kî dikare Facebookê bi kar bîne
Dema ku mirov li pişt nêrîn û kiryarên xwe bin, civaka me ewletir û zêdetir hesabdêr e. Ji bo vê yekê, divê tu:
Ji bo hesabê xwe heman navî pêşkêş bikî yê ku tu di jiyana rojane de bi kar tînî.
Derbarê xwe de agahîyên rastîn pêşkêş bikî.
Tenê hesabekî saz bikî (ya xwe) û wî ji bo armancên şexsî bi kar bînî.
Şîfreya xwe bi kesê re parve nekî, gihîna hesabê xwe yê Facebookê nedî kesên din, an jî hesabê xwe (bêyî destûr) veneguhêzî kesekî din.
Em hewl didin ku Facebookê bi awayekî berfireh ji bo her kesê dabîn bikin, lê tu nikarî Facebookê bi kar bînî heke:
Tu li jêr 13 salîyê bî.
Te ji sûcên cinsî ceza wergirtibe.
Me berê ji ber îhlalkirina Mercên me, Standardên Civakê yên Metayê, an jî merc û polîtîkayên din yên ku li ser bikaranîna te ya Facebookê têne sepandin hesabê te asteng kiribe. Heke me hesabê te ji ber binpêkirinên Mercên me, Standardên Civakê yên Metayê, an jî merc û polîtîkayên din asteng kiribe, tu qebûl dikî ku bêyî destûra me hesabekî din saz nekî. Wergirtina destûra me ji bo sazkirina hesabekî nû girêdayî biryara me ya şexsî ye, û ew nayê wê wateyê an jî wê yekê îma nake ku ew kiryara cizayî tiştekî xelet bû an jî bê sedem bû.
Tu li jêr qanûnên sepanbar ji wergirtina berhem, xizmet an jî nermalavên me hatibî qedexekirin.
Tu dikarî li ser Berhemên Metayê çi parve bikî an jî çi bikî
Em dixwazin mirov Berhemên Metayê bi kar bînin da ku xwe îfade bikin û naverokên wisa parve bikin ku ji wan re giring in, lê ne bi bedelê ewlehî û siheta kesên din an jî hevgirîya civaka me. Lewma tu qebûl dikî ku têkildarî kiryarên ku li jêr hatine pênasekirin nebî (an jî di wan kiryaran de rêya kesên din venekî an jî piştgirîya wan nekî):
Nabe ku tu Berhemên me ji bo pêkanîn an jî parvekirina yek ji yên jêrîn bi kar bînî:
Yên ku derqanûnî, xapîner, cudaker an jî xapînok in (an jî di bikaranîna Berhemên me ya wisa de alîkarîya kesên din dikin).
Yên ku tu ne xwedîyê wan î an jî xwedî mafên pêdivî nînî ji bo parvekirinê.
Yên ku mafên kesekî din bin pê an jî îhlal dikin, mafên milkê rewşenbîrîyê jî tê de (wekî binpêkirina mafê telîfê an jî ticarî yê kesekî din an jî belavkirin an jî firotina tiştên sexte an jî korsanî), heke îstîsnayek an jî sînordarîyek nebe ku li jêr qanûna sepanbar tê sepandin.
Nabe ku tu vîrûs an jî kodên xerabkar bar bikî, xizmetan bi kar bînî da ku spaman bar bikî an jî tiştekî din bikî ku xebitîna rast, hevgirî, birêveçûn an jî xuyabarîya xizmet, pergal an jî Berhemên me asteng dike, diwestîne, midaxeleyî wan dike an jî lawaz dike.
Tu nikarî bi rêya alavên otomatîk (bêyî destûra me ya pêşîn) xwe bigihînî daneyên ji Berhemên me an jî wan daneyan berhev bikî, an jî hewl bidî ku bigihijî daneyên ku destûra te tine ye ku bigihijî wan, bêyî wê yekê ka ev gihîştin an jî berhevkirina otomatîkî dema ku tu têketî hesabeke Facebookê pêk tên an na.
Nabe ku tu navê bikarhênerîyê yan jî şîfreyan an jî jetonên gihîna neguncan a Berheman yedek bikî an jî daxwaza wan bikî.
Ji bilî tiştên ku di Mercên Platformê de têne pêşkêşkirin, tu nikarî daneyên ku ji me an jî xizmetên me hatine wergirtin bifiroşî, lîsans bikî an jî bikirî, bêyî wê yekê ka ev dane dema ku tu têketî hesabeke Facebookê hatine bidestxistin an na.
Nabe ku tu gilîkirin, etîketkirin, nîqaş an jî îtîrazên kenalan îstîsmar bikî, bo mînak bi rêya şandina gilî an jî îtîrazên sexte, dubareyî an jî bêbingeh.
Tu nikarî ji bo vedizîn, paşguhkirin an jî derbaskirina tedbîrên teknolojîk ên ku Meta ji bo kontrolkirin an jî sînordarkirina gihîştina Berhem an jî daneyên me bikar tîne tiştekî bikî an jî hewl bidî bikî.
Em dikarin wan naverokên ku wan xalan îhlal dikin rakin an jî sînordar bikin. Herwisa em dikarin ji ber wê kiryara ku van xalan bin pê dike, wekî ku di Beşa 4.2'yê de hatiye pêşkêşkirin, hesabê te rawestînin an jî asteng bikin.
Heke em ji ber binpêkirina Standardên Civakê yên Metayê wê naveroka ku te parve kirîye rakin, asteng bikin an jî sînordar bikin em dê te agahdar bikin û wan vebijêrkên ku te hene ji bo daxwaza nirxandineke din ji te re rave bikin, heta ku te bi dijwarî û bi berdewamî ev Merc bin pê nekiribin an jî heke ew yek me an jî kesên din nexe bin berpirsyarîya hiqûqî; zirarê nede civaka me ya bikarhêneran; bi hevgirî an jî xebitîna xizmet, pergal an jî Berhemên me li hev neke an jî mudaxeleyî wan bike; gava ku ji ber sînoradarîyên teknîkî em hatibin asêkirin; an jî gava ew yek ji ber sedemên qanûnî nehatibe qedexekirin. Ji bo zêdetir agahîyen li ser rawestandin an jî fesihkirina hesabî, li Beşa 4.2 a li jêr binêre.
Em bi kontrolkerên serbixwe yên rastiyê re li gelek dadwerîyan dixebitin da ku li dijî dezenformasyonê têbikoşin. Dema ku naverok ji alîyê kontrolkerên rastîyê ve hate nirxandin, dibe ku em hişyarîyekê lê zêde bikin da ku peywenda zêdek pêşkêş bikin. Tu dikarî li vir zêdetir agahîyan li ser kontrolkirina rastiyê bibînî.
Ji bo alîkarîya civaka me, heke ew taybetmendî li herêma we ya qanûndanerîyê hebe em te dil dikin ku naverokê gilî bikî an jî heke li gor te ew pêkanîn mafên te mafên milkiyeta fikrî jî têde) an jî merc û polîtîkayên me bin pê dike. Herwisa em dikarin naverok, taybetmendî, xizmet an jî agahîyan rakin an jî gihîna wan sînordar bikin heke me tesbît kir ku ew yek bi awayekî maqûl pêdivî ye ji bo rêlêgirtin an jî kêmkirina xerabbikaranîna xizmetên me an jî bandorên xerab ên qanûnî an jî rêziknameyî yên Metayê.
3.3 Destûrên ku tu didî me
Pêdivîya me bi hin destûrên te heye da ku xizmetên xwe pêşkêş bikin:
1. Naverokên te: Dibe ku hinek naverokên ku tu parve dikî an jî bar dikî, wekî wêne an jî vîdyo, ji alîyê qanûnên milkîyeta fikrî ve bêne parastin.
Tu xwedîbûna mafên milkê fikrî berdewam dikî (tiştên wekî mafê telîfê an jî markeya ticarî) yên naverokên ku tu saz dikî û li ser Facebookê û Berhemên Şîrketa Metayê yên ku tu bi kar tînî û parve dikî. Ti tiştê li nav van Mercan, mafên te yên li ser naverokên te ji holê ranake. Tu azad î ku her dema ku bixwazî naveroka xwe bi her kesê re parve bikî.
Lê belê, em ji te dixwazin ku hinek destûrên qanûnî (yên ku wekî "lîsans" têne zanîn) bidî me da ku em wê naverokê bi kar bînin ji bo ku xizmetên xwe pêşkêşî te bikin. Ev yek bi tenê ji bo armancên me yên peşkêşkirin û peşvebirina Berhem û xizmetên me ne ku di Beşa 1 a jor de hatine pênasekirin.
2. Destûra bikaranîna naverokên ku tu saz dikî û parve dikî: Bi taybetî gava ku tu naverokên ku dikevin bin banê mafên milkîyeta fikrî li ser Berhemên me an jî têkildarî wan parve dikî, dişînî an jî bar dikî, hingê tu lîsanseke ne taybetî, veguhêzbar, jêr lîsanskar, bêyî dilsozî û gerdunî didî me ji bo xwedîbûn, bikaranîn, belavkirin, veguherîn, birêvebirin, pêşkêşî an jî nîşandana civakî, wergêran û sazkirina berhemên kêlekê yên naveroka te (ku hevgir in bi eyarên mehremîyet û sepandin). Ev tê wê wateyê ku, bo mînak, heke tu li ser Facebookê wêneyekî parve bikî, tu destûrê didî me ku em wê hilînin, kopî bikin û bi kesên din re parve bikin (dubare, hevgir bi eyarên te), wekî Berhemên Metayê an jî dabînkerên xizmetê yên ku cih didin berhem û xizmetan. Gava naveroka te li ser pergalên me hate jêbirin ew lîsans bi dawî dibe.
3. Jêbirina Naverokên Te: Tu dikarî her dem naveroka şexsî ya ku tu parve dikî, dişînî an jî bar dikî jê bibî. Herwisa, heke tu hesabê xwe jê bibî, hemû naveroka ku li ser hesabê te hatiye parvekirin jî dê bê jêbirin. Derbarê rêbaza jêbirina hesabê xwe de Zêdetir bizane. Jêbirina hesabî, wê naverokê bi awayekî otomatîk jê nabe ya ku te wekî birêvebirê rûpelekî an jî naveroka ku te bi kesên din re bi hevre saz kirî, wekî wêneyên ku li Albûmên Hevpar hatine parvekirin ku dikarin bo endamên din ên albûmê hêj jî xuyabar bin.
Piştî ku me dest bi pêvajoya jêbirina hesabî kir an jî daxwazeke jêbirina naverokê wergirt, dibe ku heta 90 rojan bikêşe heta ku em naverokê jê bibin. Heke tu naverokan bişînê gilêşdankê û naverokê zûtir jê nebî, pêvajoya jêbirinê dê di nava 30 rojana de bi awayekî otomatîk dest pê bike. Gava ku pêvajoya jêbirinê berdewam dike, ew naverok êdî bo bikarhêneran xuyabar nabe. Piştî ku naverok hate jêbirin, dibe ku 90 rojên din bikêşe heta ku em wan ji tomarên cîgir û pergalên vegerandina ji karesatê rakin.
Di rewşên jêrîn de naverok dê di nava 90 rojên jêbirina hesabî an jî destpêkirina pêvajoya jêbirina de neyê bê jêbirin:
gava ku naveroka te ji aliyê kesên din ve li gor vê lîsansê hatibe bikaranîn û wan ew jê nebiribe (ku di wê rewşê de heta ku ew naverok bê jêbirin ev lîsans dê bê bikaranîn);
gava ku ji ber sînordarîyên teknîk ên pergalên me di nava 90 rojan de jêbirin pêkan nebe, ku di wê rewşê de, gava ji alîyê teknîkî ve pêkan be, em dê di cih de jêbirinan pêk bînin; an jî
gava ku jêbirina di cih de şiyana me ya van xalên jêr sînordar bike:
çalakîyeke derqanûnî an jî binpêkirinên merc û polîtîkayên me (bo mînak, tespîtkirin an jî vekolîna xerabbikaranîna Berhem an jî pergalên me) tesbît bike an jî vekole;
selametî, hevgirî û ewlehîya Berhemên, pergal, xizmet, xebatkar û bikarhênerên me biparêze û ji bo parastina me;
girêdayî berpirsyarîyên qanûnî be ji bo parastina delîlan, dane jî tê de, Şîrketên Metayê yên ku berhem û xizmetên aborî dabîn dikin qebûl dikin ku girêdayî hemû berpirsyarîyên tomarkirinê bin yên ku ji alîyê qanûnê ve têne xwestin; an jî
hevgir be bi daxwazeke dadwerî an jî rayedarê birêvebirinê, hêzên ewlehîyê an jî sazîyeke dewletî;
ku di wê rewşê de, naverok dê êdî tenê ji bo wan armancan bê hilanîna ku ji bo wan dihate hilanîn, ne zêdetir (maweya tam dê car bo carê biguhere).
Di her rewşa jorîn de, heta ku naverok bi temamî neyê jêbirin ev lîsans dê berdewam bike.
4. Destûrên bikaranîna nav, wêneyê te yê profîlê, û agahîyên derbarê kiryarên te yên li ser reklaman û naveroka sponsorkirî an jî ticarî: Tu destûrê didî me ku navê te û wêneyê te yê profîlê û agahîyên derbarê kiryarên ku te li ser Facebookê li kêleka reklaman an jî têkildarî reklaman, teklîfan û naveroka din a sponsorkirî û ticarî kirine ku li ser Berhemên me têne nîşandan, bêyî tezmînatekê ji bo te. Bo mînak, dibe ku em nîşanî hevalên te bidin ku tu bi naverokeke reklamkirî ve eleqedar bûyî an jî te Rûpeleke Facebookê ecibandîye ku ji alîyê markayekê ve hatiye sazkirin ku pere daye me da ku em reklamên wan li ser Facebookê nîşan bidin. Reklam û naverokên wekî van dikarin tenê ji alîyê wan kesan ve bêne dîtin ku xwedî destûra te ya dîtina kiryarên te yên li ser Berhemên Metayê ne. Tu dikarî derbarê eyar û tercîhên reklamên xwe de Zêdetir bizanî.
5. Destûrên venûkirina nermalavên tu bi kar tînî an jî dadixînî: Heke tu narmalavên me daxînî an jî bi kar bînî, tu destûrê didî me ku em bikarin li cihê berdest venûkirinan daxînîn an jî li ser nermalavan bi cih bikin.
3.4 Sînorên li ser bikaranîna milkîyeta me ya fikrî
Heke naveroka te dikeve bin banê mafên milkîyeta fikrî ku me hene û li nav Berhemên me berdest in (bo mînak, dîmen, dîzayn, vîdyo an jî dengên ku em dabîn dikin û tu li ser naveroka ku tu saz dikî û li ser Facebookê parve dikî, em xwedî mafê wê naverokê ne (lê ne yên te). Tu dikarî mafên me yên telîfê an jî markayên me yên ticarî (an jî markayên wekî wan) wekî ku di Rêbernameyên me yên Bikaranîna Markayê de bi awayekî aşkere destûr hatiye dayîn an jî berî wê bi destûra me ya nivîskî bi kar bînî. Divê te destûra me ya nivîskî (an jî destûra li jêr lîsanseke çavkanîya vekirî) hebe ji bo veguherandin, wergerandin, sazkirina berhemên kêlekê, an jî berevajîkirina endezyarîya berhemên me an jî hêmanên wan an jî bi awayekî din hewl bidî ku ji me koda çavkanîyê wergirî, heta ku îstîsnayek an jî sînordarîyek neyê sepandin li jêr qanûna sepanbar an jî pêkanîna te têkildarî Meta Bernameya Bug Bountyê nebe. Em hemû wan mafên ku bi awayekî aşkere bo te nehatine dayîn li ba xwe hiltînin.
4. Hukmên zêdek
4.1 Venûkirina Mercên me
Em bi berdewamî dixebitin da xizmetên xwe pêşve bibin û taybetmendîyên nû ava bikin ku Berhemên xwe ji bo te û civaka xwe baştir bikin. Wek encam, dibe ku pêdivîya me pê hebe ku car caran van Mercan venû bikin da xizmet û pratîkên me bi temamî nîşan bidin ku em li ser Berhem û xizmetên xwe tecrûbeyeke bi selamet û ewle pêşve bibin û/an jî girêdayî qanûna sepanbar bin. Tenê heke hukim êdî ne guncan bin an jî heke ew kêm bin û bi tenê heke guherîn maqûl bin û berjewendîyên te biparêzin an jî heke guherîn ji bo armancên selametî û ewlehîyê an jî girêdayîna bi qanûna sepanbar pêwîst bin em dê guherînan pêk bînin.
Herî kêm di nava 30 rojên berîya ku em li ser van Mercan guherînan bikin em dê te hişyar bikin (bo mînak bi ename an jî bi rêya Berhemên xwe) û heke ew guherîn ji aliyê qanûnê ve neyên xwestin, berîya ku ew dikevin merîyetê em dê firsendekê bidin te da ku wan binirxînî. Gava Mercên venûkirî ketin merîyetê, heke gihîştin û bikaranîna Berhemên me berdewam bikî, tu dê girêdayî wan bî.
Em hêvîdar in ku tu dê bikaranîna Berhemên me berdewam bikî, lê heke tu Mercên me yên venûkirî qebûl nekî, an jî bixwazî miwafeqeta xwe ya bi vê peymanê biqedînî, tu dikarî her gava ku bixwazî hesabê xwe jê bibî û herwisa divê tu dest ji gihîştin an jî bikaranîna Facebook û Berhemên din ên Metayê berdî.
4.2 Sekinandin an jî bidawîkirina hesabê
Em dixwazin Facebook bibe cihekî wisa ku mirov xwe têde rehet û ewle hîs bikin ji bo xweîfadekirinê û zanîn û fikrên xwe parve bikin.
Heke em li ser biryara xwe tesbît bikin ku te bi aşkereyî, cidî an jî dubareyî merc û polîtîkayên me, bi taybetî Standardên Civakê jî têde, bin pê kirine, dibe ku em gihîna te bo Berhemên Şîrketa Metayê rawestînin an jî bi awayekî mayînde asteng bikin û em dikarin bi awayekî mayînde hesabê te asteng bikin an jî wê jê bibin. Herwisa heke tu bi awayekî dubareyî mafên milkîyeta fikrî ya kesên din bin pê bikî an jî gava ku ji ber sedemên qanûnî em mecbûr bibin, dibe ku hesabê te asteng bikin an jî jê bibin.
Heke piştî qeydkirinê hesabê te neyê erêkirin, hesabê te ji bo demeke dirêj neyê bikaranîn û neçalak bimîne an jî heke em tesbît bikin ku kesekê bêyî destûra te hesabê te bi kar anîye û em nikarin xwedîbûna te ya hesabê erê bikin, hingê dibe ku em hesabê te asteng bikin an jî jê bibin. Di derbarê rêbaza me ya neçalakkirin û jêbirina hesaban de Zêdetir bizane.
Gava ku me kiryarên wisa pêk anîn, em dê te agahdar bikin û wan vebijêrkên ku te hene ji bo daxwaza nirxandineke din ji te re rave bikin heke ew yek me an jî kesên din nexe bin berpirsyarîya hiqûqî; zirarê nede civaka me ya bikarhêneran; bi hevgirî an jî xebitîna xizmet, pergal an jî Berhemên me li hev neke an jî mudaxeleyî wan bike; gava ku ji ber sînoradarîyên teknîk em nehatibin asêkirin; an jî gava em ji ber sedemên qanûnî nehatibin qedexekirin.
Heke me hesabê te asteng kir tu dikarî zêdetir bizanî ka dikarî çi bikî an jî heke li gorî te me hesabê te bi xeletî asteng kirîye tu çawa dikarî xwe bigihînî me.
Heke tu hesabê xwe jê bibî an jî em wî asê bikin an jî jê bibin, û tu dest ji gihîştin, bikaranîn, an jî serdana Facebook û Berhemên din ên Metayê berdî, an jî heke ev peyman bi rengeke din bê betalkirin, hingê ev Merc dê wekî peymanek di navbera te û me de bi dawî bên, ji bilî qanûnên jêrîn ku dê di merîyetê de bimînin: (3, 4.2-4.5).
4.3 Sînorên li ser berpirsiyariyê
Em pir dixebitîn da ku Berhemên herî baş pêşkêş bikin û rêbernameyên zelal bidin ber her kesê ku wan bi kar tînin. Lê belê Berhemên me "wekî xwe" têne pêşkêşkirin û heta radeya ku qanûn destûrê dide, em ti garantîyan nadin ku ew dê her dem selamet, ewle an jî bê xeletî bin an jî ew dê bêyî navber, paşdemayîn an jî kêmasîyan bixebitin. Heta radeya ku qanûn destûrê dide, herwisa em HEMÛ GARANTIYÊN EŞKERE AN JÎ SERGIRTÎ RED DIKIN, GARANTIYÊN GUNCANIYA TICARÎ, GUNCANIYA JI BO ARMANCEKÊ, ÛNWAN Û BINPÊNEKIRINÊ JÎ TÊDE. Em kirin an jî gotinên mirov û kesên din kontrol an jî araste nakin û em berpirsyar nînin ji kiryar an jî sepandinên wan (çi online çi offline) an jî naverokên ku ew parve dikin (yên êrişkar, neguncan, mustehcen, derqanûnî û naverokên din ên dijber jî tê de).
Em nikarin texmîn bikin ka pirsgirêkên Berhemên me dê kengî derkevin. Li gorî wê, heta radeya herî zêde ya ku ji alîyê qanûna sepanbar ve destûra wê hatiye dayîn, berpirsyarîya me dê bê sînordarkirin. Heta radeya herî zêde ya ku ji alîyê qanûna sepanbar ve destûra wê hatiye dayîn, berpirsyarîya me sînordarkirî ye bi radeya herî zêde ya ku qanûna sepanbar destûr daye, û li bin ti şertan em berpirsyar nabin ji bo ti zirarên te yên kar, dahat, agahî an jî daneyên te, an jî zirarên encamî, taybet, rasterast, mînakî, cizayî, an jî tesadûfî ku ji Mercan an jî Berhemên Metayê an jî têkildarî wan der tên (herçiqas, îhmal jî têde, ji berpirsyarîyê çêbin jî), em derbarê îhmala zirarên wisa hatibîn hişyarkirin jî tiştek naguhere.
4.4 Dubendî
Em hewl didin ku rêzikên zelal pêşkêşî te bikin da ku em bikarin dubendîyên di navbera te û me de sînordar bikin û rê li ber wan bigirin. Lê belê heke dubendîyek derket, gelek kêrhatîye ku mirov bizane ka ew li ku tê çareserkirin an jî kîjan qanûn li ser têne sepandin.
Heke tu mişterî bî an jî gava ku ji alîyê qanûnên sepanbar tê daxwazkirin, dê qanûnên welatê ku tu lê dijî debasdar bin li ser her îddîa, sedemê kiryarê, an dubendîyên te yên li hemberî me ku bi van Mercan an jî Berhemên Metayê re têkildar in û tu dikarî doza xwe li her dadgeheke bişiyan a li wî welatê ku heqê wê yê dadwerîyê li ser vê mijarê heye çareser bikî. Di hemû rewşên din de, û ji bo hemû îdîa, sedemê kiryarê an jî dubendîyên ku Meta li hemberî te pêk tîne, tu û Meta dipejirînin ku divê her îdîa, sedemê kiryarê an jî dubendî bi taybetî li Dadgeha Herêmî ya DYA'yê ya Herêma Bakur a Kalîfornîyayê an jî dadgeheke eyaletî ya li Navçeya San Mateoyê bêne çareserkirin. Herwisa tu dipejirînî ku ji bo darizandina îdîayên wisa serî li dadgerîya şexsî ya ji van dadgehan bidî û qanûnên Eyaleta Kalîfornîyayê, bêyî dubendîyên hukmên qanûnî, dê li ser van Mercan an jî îdîa, sedemê kiryarê an jî dubendîyên wisa yên têkildarî dubendîyên xalên qanûnê bêne sepandin. Bêyî pêşdaraza hukmên jorîn, tu dipejirînî ku Meta li ser biryara xwe her îdîa, sedemê kiryarê an jî dubendîyeke ku me li hemberî te heye di qewareyeke wisa de bîne her dadgeha temam ya welatê ku li ser îdîayê xwedî mafê dadwerîyê ye.
4.5 Pircûreyî
Mercên Zêdek: Hinek Berhemên ku em pêşkêş dikin jî dikevin bin mercên zêdek. Heke tu yek ji van Berheman bi kar bînî, mercên zêdek dê bêne dabînkirin û ew dê bibin parçeyek ji peymana li gel te. Bo mînak, heke tu ji bo armancên ticarî an jî karsazîyê xwe bigihînî Berhemên me an jî wan bi kar bînî, wekî kirîna reklaman, firotina berheman, sazkirina aplîkasyonan, birêvebirina kom an jî Rûpelekê ji bo karsazîya xwe, an jî xizmetên me yên pîvanê bi kar bînî, divê tu Mercên me yên Ticarî bipejirînî. Heke tu naverokeke ku têde muzîk heye parve bikî, divê tu girêdayî Rêbernameyên me yên Muzîkê bî. Heke tu Avataran bi kar bînî, wê gavê Mercên Avataran jî tên sepandin. Heke tu berhem û taybetmendîyên me yên HÇyê bi kar bînî, Mercên HÇyê yên Metayê jî derbasdar in. Heta radeya ku dubendîyek di navbera mercên zêdek û van Mercan de hebe, mercên zêdek dê heta radeya dubendîyê derbasdar bin.
Dabeşbarî: Heke qismekî van Mercan wekî nesepanbar bê dîtin, ew qismê nesepanbar wisa dê bê qebûlkirin ku ew dê heta radeya herî kêm a pêdivî bê veguhestin da ku bibe sepanbar û heke ew nikare bê sepanbarkirin, hingê ew dê bê dabeşkirin û qismê mayî dê temamen di merîyetê de bimîne. Heke em ji van Mercan yekê nesepînin, ev dê wekî feraxet neyê hesibandin. Her veguherîn an jî ferexeta van Mercan divê bi nivîskî bê kirin û ji aliyê me ve bê îmzekirin.
Bêyî Veguhestin: Bêyî destûra me tu dê ti ji van maf an jî berpirsyarîyên li jêr van Mercan veneguhêzî kesekî din.
Kesûnasê/a Mîrateyê : Divê te kesek tayîn kiribe (ku wekî kesûnasê/a mîrateyê tê binavkirin) da ku dema hate nemirkirin, bikare hesabê te bi rêve bibe. Heke tu di eyaran de destûrê bidî, tenê kesûnasê te yê mîrateyê an jî kesekî ku te bi îradeya aşkere destnîşan kirîye an jî belgeyeke wisa ya fermî ku rizaya te ya zelal beyan dike ku li ser mirin an jî bêşiyanîyê naveroka te ji bo wan kesan îfşa bike, piştî nemirkirinê dê bikare ji hesabê te li îfşaya sînordarkirî ya agahiyan bigere.
Bêyî Mafên Sûdmendîyê yên Alîyê Sêyemîn: Ev Merc tu mafên sûdmendîyê yên alîyê sêyemîn nadin. Hemû maf û berpirsyarîyên li jêr van Mercan bi hevgirtin, bidestxistin an jî firotina heyînan an jî bi xebitandina hiqûqê an jî bi awayekî din ji alîyê me ve bi serbestî tên dewirkirin.
Guhertina Navê Bikarhênerîyê: Dibe ku em di hinek şertûmercan de navê bikarhênerîyê yê hesabê te biguherînin (bo mînak, heke kesekî din îdîa bike ku ew navê bikahênerîyê aîdî wan e û ew wisa xuya bike ku ew ne têkildar e bi navê ku tu di jiyana xwe ya rojane de bi kar bînî).
Paşragihandin: Em her dem qedir didin paşragihandin û pêşniyazên din ên derbarê berhem û xizmetên me de. Lê dibe ku em paşragihandin û pêşniyazên din bêyî sînordarî an jî berpirsyarîya tenzîmkirina te bi kar bînin û me ti mecbûrîyet tune ye ku wan veşêrin.
5. Merc û polîtîkayên din ên ku dikarin li ser te bêne sepandin
Standardên Civakê: Ev rêbername, standardên me yên derbarê naveroka ku tu li ser Facebookê dişînî, çalakîya te ya li ser Facebookê û Berhemên din ên Metayê rave dike.
Mercên Ticarî: Heke tu ji bo armancên ticarî an jî karsazî xwe digihînî Berhemên me û wan bi kar tînî ev merc têne sepandin, reklamkirin, birêvebirina aplîkasyonekê li ser Platforma me, bikaranîna xizmetên me yên tedbîran, birêvebirina kom an jî Rûpelekî ji bo karsazîyan an jî firotina berhem û xizmetan jî tê de.
Mercên Peredayînê yên Civakê: Ev merc li ser peredayînên ku li ser an jî bi rêya Berhemên Metayê hatine kirin têne sepandin.
Polîtîkayên Ticarî: Ev rêbername wan polîtîkayan rave dike yên ku gava em ji bo firotinê li ser Facebook, Instagram û WhatsAppê berhem an jî xizmetan pêşkêşî te dikin têne sepandin.
Rêbernameyên Muzîkê: Ev rêbername wan polîtîkayan rave dikin yên ku heke tu li ser Berhemên Metayê naveroka ku tê de muzîk heye dişînî an jî parve dikî têne sepandin.
Polîtîkayên Reklamdayînê: Ev polîtîka li ser wan hevkaran têne sepandin yên ku li seranserî Berhemên Metayê reklaman didin û destnîşan dikin ka destûra kîjan cureyên naveroka reklaman tê dayîn ji aliyê hevkarên ku li seranserî Berhemên Metayê reklaman didin.
Mercên Reklamên Self-Servîsê : Ev merc têne sepandin gava ku tu navrûyên reklamkirina xwe bi xwe bi kar tînî da ku reklaman an jî çalakî an jî naverokên din ên ticarî an jî sponsorkirî saz bikî, bişînî an jî teslîm bikî.
Polîtîkayên Rûpel, Kom û Çalakîyên Facebookê: Ev rêbername têne sepandin heke tu Rupel, kom an jî çalakîyeke Facebookê saz bikî an jî bi rêve bibî an jî Facebookê bi kar bînî ji bo ragihandin an jî birêvebirina danasînekê.
Polîtîkayên Platforma Metayê: Ev merc têne sepandin li ser bikaranîna API, SDK, alav, zêdek, kod, teknolojî, naverok û xizmetên ku rê didin kesên din ku kardarîyê pêşve bibin, ji Berhemên Metayê daneya vegerînin an jî bo me daneyan dabînbikin.
Mercên Peredayîna Pêşvebiran: Ev merc li ser pêşvebirên aplîkasyonên ku Peredayînên Facebookê bi kar tînin têne sepandin.
Çavkanîyên Markaya Metayê: Ev rêbername, polîtîkayên têkildarî bikaranîna wêneyên ekranê, logo û markayên ticarî yên Metayê dîyar dike.
Polîtîkayên Weşana Zindî: Ev polîtîka li ser hemû naverokên weşandinê yên Facebook Liveê têne sepandin.
Mercên Avataran: Ev merc ji bo bikaranîna Avatarên me û taybetmendîyên me yên ji bo Avataran derbasdar in, digel kirîn û bidestxistina cil û bergên Avataran yên li firoşgeha Avataran.
Mercên HÇ yên Metayê: Ev merc bikaranîna me ya berhem û taybetmendîyên HÇyê yên hilberîner bi rê ve dibin.